Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye, roja Sêşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku rayedarên Îranê bi hinceta şerê DYA-Îsraîlê zêdetirî 3 hezar û 600 kes girtine.
Saziyê destnîşan kir ku daneyên wan li ser nûçeyên medyaya dewletê û lêkolînên wan bi xwe hatine amadekirin, lê ji ber astengiyên li ser înternetê ev hejmar asta herî kêm nîşan dide û hejmara rastîn a girtiyan “bi îhtîmaleke mezin gelekî zêdetir e.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 28’ê Sibatê, ji destpêka şer û vir ve herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine binçavkirin, ji van dozan herî kêm 767 jê piştî destpêkirina agirbesta 8’ê Nîsanê pêk hatine.
Di rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku di pêvajoya 53 rojan de bi hezaran kes hatine girtin û di nav wan de herî kêm 111 aktîvîst hene. Hat ragihandin ku gelek kesên hatine binçavkirin di bin mercên tecrîdê de têne girtin.
Li gorî raporê, sûcdariyên ku arasteyî kesên binçavkirî hatine kirin ev in: “sîxurî”, “têkilî danîn bi servîsên îstîxbaratî yên biyanî re”, “şandina dîmen an kordînatên herêmên hesas ji bo medyaya li derveyî welat”, “avakirina şaneyên operasyonel” û “hewldana ji bo çalakiyên çekdarî”.
Di raporê de hat gotin: “Daneyên ku ji aliyê Mafên Mirovan a Îranê ve hatine berhevkirin nîşan didin ku di gelek rewşan de, destûr nayê dayîn ku kesên binçavkirî bi cîhana derve re têkiliyê deynin û malbatên wan derbarê cihê wan û rewşa wan a hiqûqî de tu agahiyan nagirin.”
Her wiha di raporê de agahiyên derbarê nasnameya girtiyan û herêmên ku lê hatine binçavkirin de jî cih girtin.